Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li welêt bi 178 hezar û 225  kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.

Derbarê mijarê de ji teref  Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 348  kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 26  hezar û 991  kesî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li Fransayê 57  hezar û  785   kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn. (ÎLKHA)