Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  li ser 4 milyon û 272 hezarî bi vîrusê ketin û 287 hezar û 615 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Îran ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde li Amerîkayê ye.Heta îro li Amerîkayê bi 1 milyon û 385  hezar û 850 kesî re vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)