Guzeloglu derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Walî Guzeloglu di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de wisa got: “ Ew qedexeya derketina derve ya ku ji teref  Birêz Serokomarê ve ji bo 4 rojan hat îlankirin ji bo Diyarbekirê nederbasdar e.”

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan doh piştî civîna lijneya wezîran re destnîşan kiribû : “Ew ê di 16-17-18-19ê Gûlanê de ji bo 4 rojan qedexeya derketina derve bê îlankirin. Têketin û derketina bajarên Edenê, Diyarbekir, Mêrdîn, Trabzon, Ordu, Denîzlî, Mereş, Riha û Tekîrdagê hat rakirin.”(ÎLKHA)