Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin bûyer li 208emîn Sikaka Taxa Ben û Senê ya Yenîşehîra Diyarbekirê pêk hat.

Tê diyarkirin ji ber qezaya motosîkletê di navbera du malbatan de nîqaşa ku dest pê kir piştî demekê bû pevçûna çekdarî. Di encama pevçûna ku tê de çek hatin bikaranîn de 2 kes canê xwe ji dest dan û 7 kes jî birîndar bûn.

Kesên birîndar bi ambûlansan hatin rakirin nexweşxanê û derbarê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.(ÎLKHA)