PKK û niçikên wî yên ku asteng dikin rojnameger xeberan amade bikin, li wan herêmên di destên wî de ye îhlalên mafên mirovan didomîne.
Nûçegihana Rudawê Vîvîyan Fettah di xebereke ku amade kir de ji ber ku ji bo PKK/YPGyîyan peyva “hatin kuştin” bi kar anîn ji teref PKK/YPGê hat hedefnîşandan.
Piştî ku şaxên çapemenîyê yên ku girêdayê PKKê ne Vîvîyan Fettah xistin hedefê re gelek zêde gefên mirinê li nûçegihana pîrek hat xwarin. Nûçegihan Vîvîyan Fettah di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir ew tiştekî xelet nekiriye û ew ê ji ber wê xebera ku amade kiriye ji tu kesî lêborînê nexwaze.
Midûrîya Giştî ya Karên Derve ya Rudawê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirinev helwesta PKK/PYDê ne li gorî azadîya çapemenîyê ye û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Ev helwest li dijî têgihiştina nûçegihanîyê û bi prensîbên rojnamegerîyê re li hev nagere.Ew kesên ku di warê çapemenîyê de xwedî tecrube ne dema ku li rapora ku ji teref Vîvîyan Fettah ve hatiye amadekirin mêze kirin dê fam bikin ku ew gotinên ku nûçegihana me pê tê sûcdarkirin tu eleqeya wan bi şîrove û armancên sîyasî tune ye.”(ÎLKHA)