Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Tenduristîyê yê Hewlêrê Dr. Dilovan Muhammed ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Muhammed di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir, 5 kesên ku li Hewlêrê bi vîrusê ketibûn  baş bûn û bi van hejmarên dawî hejmara kesên ku baş bûn derket 194 kesan.

Li Herêma Kurdistanê heta niha ji ber Coronavîrusê 5 kes canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)