Piştî Îtalyayê mirinên herî zêde yên ji ber vîrusê li Îspanyayê pêk tên. Li Îspanyayê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 26 hezar û 478 kesî.

Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; ji doh vir ve li Îspanyayê ji ber Coronavîrus’ê 179 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara kesên mirî derket 26 hezar û 478an û hejmara kesên ku bi Coronavîrus’ê ketin  derket li ser 262  hezarî.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin, heta niha 173 hezar û 157 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.(ÎLKHA)