Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de 733 test hatine kirin, lê belê encamên temamê testên ku hatin kirin negatîf derketin û dû re wiha li daxuyanîyê hat zêdekirin: “Di pêvajoya vîrusê de 10 hezar û 342 welatîyên Kurdistanê ji derveyî welat hatin anîn ku bes ji van 1233 kes hêj di karantînayê de ne.”

Li gorî daneyên dawî het aniha li Herêma Kurdistanê bi 391 kesî re vîrus hat tespîtkirin ku ji van 366 kes baş bûn û 5 kes jî canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)