Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îranê ve hat belavkirin de hat diyarkirin, hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 6541an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin derket  li ser 104 hezar û 691 kesî.

Serokê Navenda Agahdarîkirinê ya Wezareta Tenduristîyê ya Îranê Kîyanuş Cîhanpur li Tahranê di civîna ku tertîp kir de daneyên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Cîhanpur di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de destnîşan kir di 24 seatên dawî de  55 kesên din jî  ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan  û dû re wiha got: “Li Îranê hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 6541 kesan û hejmara kesên ku bi wan re bi Coronavîrus hat tespîtkirin jî derket  104  hezaran û 691î û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketin û baş bûn derket 83 hezar û 837 kesan.”(ÎLKHA)