Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî li ser hesaba xwe ya twitterê ragihandiye, ku ew bi rêya peywendiyeke telefonî li gel Serokwezîrê Iraqê yê nû Mistefa Kazimî axiviye û pîrozbahî lê kiriye.

Mesrûr Barzanî di twîtta xwe de her wiha ragihandiye, “Destbikarbûna Kazimî di demeke girîng de ye hem bo Kurdistanê û hem jî bo Iraqê, ku em bi hev re rûbirûyê astengên hevbeş bûne. Em dixwazin ji nêzîk ve li gel Kazimî û kabîneya wî kar bikin.”(ÎLKHA)