Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê  li ser 3 milyon û 908 hezarî bi vîrusê ketin û 270 hezar û 216  kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.

Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Îran ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.

Di nav van welatan de welatê ku herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde li Amerîkayê ye.Heta îro li Amerîkayê bi 1 milyon û 289  hezar û 105  kesî re jî vîrus hat tespîtkirin.(ÎLKHA)