Ji ber Covid-19a ku li Wuhana Çînê derket holê û belavî temamê dinyayê bû li Îtalyayê di rojekê de 274 kes canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 29 hezar û 958 kesan.

Li Îtalyayê hejmara kesên ku bi vîrusê ketine jî derket li ser 215 hezar û 858 kesan.

Li Îtalyayê heta îro 96  hezar û 276 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.(ÎLKHA)