Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 1977 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 133 hezar û 721kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir " Ew ê di demeke nêz de hejmara testan bigihije milyon û nîv. Ew zêdebûna hejmara pêketîyan li gorî doh kêm bû. Dîsa di hejmara mirîyan û kesên ku di lênerîna awarte de tên tedawîkirin kêm bû.(ÎLKHA)