Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref meqamên tenduristîyê ve daxuyanî hat dayîn. Di daxuyanîya ku hat dayîn  de hat diyarkirin di 24 seatên dawî de bi 4 kesên din re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Yemenê heta niha 5 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û kesekî ku bi vîrusê ketibû baş bû.(ÎLKHA)