Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 2 hezar û 253 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 131 hezar û 774 kesan.

Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir " Di 24 seatên dawî de dîsa hejmara kesên ku baş bûn ji yên ku pêdikevin zêdetir e.Ji ber ku ji qedexeya derketina derve re navber hat dayîn hejmara kesên pêketî zêde bûn.”(ÎLKHA)