Hat ragihandin îşev ji nîvê şevê pê ve derbasdar ji benzînê re 20 qirûş û ji mazotê re jî 27 qirûş zam hat kirin. Ji ber ku ew ê rêjeya zamê ji baca xerîdaran a taybet neyê daxistin dê sotemenî bi şiklê ku lê zam lê hatiye kirin bê firotin.
Di daxuyanîya ku ji teref Sendîqaya Kardaran a Îstasyonên Îqmala Xaz, Neft û Enerjîyê ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat destnîşankirin ji benzînê re 20 qirûş û ji mazotê re 27 qirûş zam hatiye kirin.
Piştî zama ku hat kirin ew ê benzîn 20 qirûşan û mazot jî 27 qirûşan zêde bê firotin.(ÎLKHA)