Wezareta Tenduristîyê ya  Îngîlterê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê  693 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 29 hezar û 427 kesan.

Tê diyarkirin hejmara kesên ku bi vîrusê ketine jî derket li ser 194 hezarî.

Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di nav kesên ku canê xwe ji dest dane de zarokekî 13 salî jî heye.(ÎLKHA)