Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin di encama testên ku hatin kirin de bi hezar û 832 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên ku bi vîrusê ketin derket 129 hezar û 491 kesan.
Bi başbûna 5 hezar û 119 kesî hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn û baş bûn derket 73 hezar û 285 kesî.
Fahrettîn Kocayê Wezîrê Tenduristîyê jî derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Hejmara kesên di lênerîna awarte de ne û hejmara kesên ku canê xwe ji dest didin û pê dikevin her ku diçe kêm dibin.Ji alîyê din ve hejmara kesên ku baş dibin jî zêde dibin.Em di heyameke nû de ne, divê em fersendê nedin şobê.”(ÎLKHA)
Yoğun bakım hasta sayısı, entübe hasta sayısı ve vefat sayısında düşüş devam ediyor. Yeni iyileşen hasta sayısı, başarının diğer göstergesi. Vaka sayısında, seyirde görülebilecek kısmi bir artış var. Yeni bir dönemdeyiz. Salgına fırsat tanımamalıyız. https://t.co/RVlhe7786O pic.twitter.com/0mMKkUoncL