Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê li ser 3 milyon û 640 hezarî bi vîrusê ketin û 252 hezar û 375 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Îran ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku herî zêde mirin pêk tên û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde li Amerîkayê ye.Heta îro li Amerîkayê bi 1 milyon û 212 hezar û 900 kesî re jî vîrus hat tespîtkirin. (ÎLKHA)