Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Navenda Kontrol û Girtinapêşîya Nexweşîyan a Afrîkayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin, li Afrîkaya Başûr bi 385 kesên din re jî vîrus hat tespîtkirin û 7 kesên din ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirinî li welatên Afrîkayê hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketine derket 6 hezar û 336 kesî û hejmara kesên ku bi nexweşîyê ketibûn û baş bûn jî derket l2 hezar û 549 kesî.(ÎLKHA)