Wezîrê Tenduristîyê Mey el-Kiyle destnîşan kir ji roja ku şoba Coronavîrusê derketiye holê vir ve li Filistînê bi 507 kesan re Coronavîrus hatiye tespîtkirin ku ji van 259 waqa li Qudsê, 5 li Xazzê û 139 jî li Xeta Xazzê ye.

Mey el-Kiyle di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir heta îro 32 hezar û 300 test hatine kirin û 12 hezar kes di mala xwe de di karantînayê de tên girtin.(ÎLKHA)