Wezareta Tenduristîyê ya Herêmma Kurdistanê geşedanên dawî yên derheqê Coronavîrusê de bi raya giştî re parve kir.

Li gorî daneyên ku ji teref Wezaretê ve hatine belavkirin di 24 seatên dawî de hezar û 849 test hatine kirin û di encama testan de li Hewlêrê bi kesekî re vîrus hat tespîtkirin.

Di berdewama daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin; li Herêma Kurdistanê hejmara ku bi wan re Coronavîrus hat tespîtkirin derket 381î û hejmara kesên ku bi şobê ketin û baş bûn jî derket 237an û heta niha 5 kes canê xwe ji dest dan.(ÎLKHA)