Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li welêt bi 200 hezar û 137 kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 218 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 24 hezar û 594 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li Fransayê 76 hezar û 318 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn. (ÎLKHA)