Di daxuyanîya ku ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê  ve hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di encama testên ku hatin kirin de li Setakana Hewlêrê bi 7 kesan re û li Sorana Hewlêrê jî bi kesekî re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin, ji 8 kesên ku bi wan re vîrus hatiye tespîtkirin 4 kes zarok in.

Bi van hejmarên dawî hejmarên kesên ku li Hewlêrê bi vîrusê ketin derket 201î û li herêma Kurdistanê jî derket 380î. Heta îro 5 kes ji ber vîrusê canê xwe ji dest dan û 325 kesên ku bi vîrusê ketibûn jî baş bûn.(ÎLKHA)