Hat ragihandin li Kabîla paytexta Efxanistanê êrîşa xwekujîyê hat lidarxistin, di encama êrîşê de 3 kes canê xwe ji dest dan û 15 kes jî birîndar bûn. Li gorî agahîyên ku ji teref rayedaran ve hatine belavkirin di êrîşê de baregeha leşkerî ya Hêzên Taybet ê Efxanê ya li herêma Rîşhorê hatiye hedefgirtin.

Hêj tu kesî êrîş li ser xwe negirt.(ÎLKHA)