Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li welêt bi 197 hezar û 589 kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.
Derbarê mijarê de ji teref Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 1367 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 23 hezar û 660 kesî.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li Fransayê 46 hezar û 886 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn. (ÎLKHA)