Wezîr Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 92 kesên din jî canê xwe ji dest dan û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: "Îro tevde 29 hezar û 230 test hatin kirin û di encama van testên ku hatin kirin de bi 2 hezar û 392 kesên din re vîrus hat tespîtkirin. Di 24 seatên dawî de zêdetirî 5 hezar nexweşên me baş bûn."(ÎLKHA)