Wezareta Tenduristîyê derbarê mijarê de destnîşan kir heta niha 83 kes ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan.

Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin bi 46 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û hejmara kesên pêketî derket 1677an û hejmara kesên ku bi Coronavîrusê ketibûn û baş bûn jî derket 1171î.(ÎLKHA)