Derbarê geşedanên dawî yên Coronavîrusê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Tirkîyê ve daxuyanîyek hat belavkirin.
Li gorî daxuyanîya ku hat belavkirin li Tirkîyê di 24 seatên dawî de 109 kesên din jî ji ber şobê canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 2 hezar û 600 kesî.
Di berdewama daxuyanîyê de hat diyarkirin di encama testên ku hatin kirin de bi 3 hezar û 112 kesên din re jî Coronavîrus hat tespîtkirin û bi başbûna 3 hezar û 246 kesên din hejmara kesên ku bi vîrusê ketibûn û baş bûn jî derket 21 hezar û 737 kesan.
Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca jî derbarê mijarê de destnîşan kir, rêjeya kesên ku îro baş bûn li gorî rêjeya temamê nexweşên ku heta îro baş bûne ji sedî 15 e. (ÎLKHA)
Son 24 saat içinde taburcu olan hasta sayısı, bugüne kadar iyileşen toplam hasta sayısının yaklaşık %15’ini oluşturuyor. Taramada, erken tanı ve tedavide başarılıyız. BU NOKTADAN GERİ DÖNÜŞ OLMAMALI. Alınan sonuçlara tedbirle destek şart. Bize güç verin. https://t.co/RVlhe7786O pic.twitter.com/98GfL0iq2u