Mela Recaî Gulerê ku di bernamê de axavtinek kir, destnîşan kir ew kesên ku ji ber şobê di mala xwe de dimînin qedr û qiymeta wextê xwe zanibin û li gor wê hereket bikin.

"Pêxemberê me ji bi qedr û qiymeta pîrekan bi me bide hînkirina qîza xwe li ser pîyan pêşîwazî dikir"

Guler di axavtina xwe ya ku kir de destnîşan kir, heyata Pêxemberê me bi temametî ji me re rêber e û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: "Nexasim dema ku mesele bibe malbat Pêxember bi şikleke zêdetir ji me re dibe mînak û mîsal. Lewra ew li hember xanim, qîz û nevîyên xwe kesê bixêrtirîn bû. Ew di heyameke ku ji qîz û pîrekan re qedr û qiymet nedihat dayîn de pir zêde qedr û qiymet da wan. Dema ku qîza wî Hz. Fatima dihat mala wî, ew radibû li ser pîyan, li ber devê derî ew pêşîwazî dikir û bi destê wê digirt û li ser cihê xwe rûdiniştand. Qîza wî jî bi heman awayî dikir. Pêxember aleyhîssalatu wesselam di pey de xwe gelek tiştên ku em ê wanan mînak bistînin hişt.

"Ew kesên ku îro li ser navê parêzvanên maf û hiqûqê pîrekan derdikevin holê dixwazin ku pîrek xwe tazî bikin û ji iffeta xwe dûr bikevin"

Guler di berdewama axavtina xwe de qala jiyana di malê de ya Pêxemberê me kir û got: "Rojekê ji dîya me Hz. Aîşe dipirsin 'Pêxemberê me di nava malê de yekî çawa bû?' Dîya me vê pirsê wisa dibersivîne: "Xizmeta ehlê malê dikir. Di malê de karek hebana û ger ew kar divê hatibana kirin, radibû wî karî dikir. Cilê xwe û sola xwe didirût.' Pêxemberê me van tiştan di dewreke ku pîrek lê weke firaxekî dihatin kirîn û firotin de kir. Berî vê hezar û 400 salî dema ku muşrikên Mekkê qedr û qiymet nedidan malbatê û qîzên xwe bi destên xwe zindî binax dikirin de, Pêxemberê me ji bo qedr û qiymeta pîrekan bi me bide hînkirin qîza xwe li ser pîyan pêşîwazî dikir, destê wê digirt û li ser cihê xwe rûdiniştand. Ew kesên ku îro li ser navê parêzvanên maf û hiqûqê pîrekan derdikevin holê dixwazin ku pîrek xwe tazî bikin û ji iffeta xwe dûr bikevin, dixwazin malbat wêran bibin. Dîsa hinek kes radibin li ser navê qawmîyetperestîyê derdikevin holê û qala heq û hiqûqê pîrekan dikin û bi vê yekê bes dixwazin pîrekan ji îffet, namûs û şerefa wan dûr bixin. Tiştên ku ew dixwazin bidin pîrekan ev e."

"Ew kesên ku dijmintîyê li malbatê dikin, qîzên mumînan wek pêlîstokê bi kar tînin û bi iffet û namûsa wan dileyzin"

Guler di berdewama axavtina xwe de diyar kir Pêxember wê edaleta ku di dewleta xwe de tesîs kiribû, di nava malbata xwe, di wê muameleya di nav pîrekên xwe de jî tesîs kiribû û dû re wiha li axavtina xwe zêde kir: " Pêxemberê me berî ku wefat bike dixwaze ku biçe hucreya Hz. Aîşe û dixwaze ku li wê derê rehmet bike. Ji bo vê yekê temamê xanimên xwe li ba xwe kom dike û  ji bo vê yekê  ji wan yek bi yek musade dixwaze. Heta ku temamê xanimên wî musade nedanê neçû hucreya Hz. Aîşe. Pêxembertî, rêzantî û rêbertî bi vî awayî ye. Lê belê dema ku em li jiyana wan sextekarên ku li ser navê maf û hiqûqê pîrekan xeber didin û dixwazin rêbertî û rêzantîyê dikin mêze dikin, em dibînin ku piçika edaletê bi wan re tune ye, li ser navê qencîyê tiştek bi wan re tune ye. Di jiyana wan de encax û kar û barên xerakirina civaka Mislimanan û di nav wan de hakimkirina taxrîbatê heye. Dema ku ew qala heq û hiqûqê dikin, qîzên mumînan wek pêlîstokê bi kar tînin û bi iffet û namûsa wan dileyzin."

"Ew peymanên ku li Ewrûpayê tên kirin û sozên ku tên dayîn tev ji bo xerakirin û hilweşandina malbatê ye"

Guler di dawîya axavtina xwe de diyar kir "Ew kesên ku dijminên malbatê ne li Ewrûpayê û li hinek derên din tên ba hev û sozan didin hevdû û peymanan dikin" û dû re wiha dawî li axavtina xwe anî: " Ew peymanên ku li Ewrûpayê tên kirin û sozên ku tên dayîn tev ji bo xerakirin û hilweşandina malbatê ye. Pêxemberê me însana  teşwîqî zewacê dikir, lê ev kes însanan teşwîqî xerakirina malbatê dikin. Ger hûn dixwazin hizûrê bibînin, wekhevîya di navbera pîrekan de bibînin weri  em pêkve li jiyana Pêxemberê me mêze bikin. Ger em dixwazin dersa hîkmetê bistînin divê em Resûlullah ji xwe re bikin mînak, divê em li ber sunneta wî rûnin û ka di nav malbatê de hizûr çawa tê tesîskirin ji wî hîn bibin. Em bi wan fikr û ramanên pîs û gemar nikarin hizûrê di malbata xwe de tesîs bikin. Lewra ew heta îro tu feyde nedane însanan. Ji ber vê yekê pêdivîya me ji her gavî zêdetir li sunnet û jiyana Resûlê Xwedê heye. Xweda di van rojên zor û zehmet de me bike ji wan kesên ku bi zarokên xwe û ehlê mala xwe re eleqedar dibin."(ÎLKHA