Yek ji wan welatên ku Coronavîrus herî zêde tesîra xwe lê nîşan dide Amerîka ye.

Ji ber Coronavîrusa ku temamê dinyayê xistiye bin tesîra xwe heta îro li Amerîkayê zêdetirî 39 hezarî kes mirin  û bi  740 hezar û 746 kesan re Coronavîrus hat tespîtkirin.

Amerîkaya ku tê diyarkirin welatê bi hêztirîn ê cîhanê ye û welatên Mislimanan xistiye gola xwînê li hember Coronavîrusê bêçare maye.

Serokê Amerîkayê Donald Trump di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir, ji ber şobê dibe ku 65 hezar kesên din jî bimirin.(ÎLKHA)