Çavuşoglu di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de  di bîran xistin ku hejmara kesên ku li derveyî welêt dijîn û ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan derket 342 kesan û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Bi talîmata Serokomar Erdogan heta îro ji 74 welatan 25 hezar welatîyên Tirk hatin anîn û hatin xistin karantînayê. Ji bo ji 72 welatan welatîyên me bên anîn 105 sefer hat plankirin û ew ê ev yek berî Remezanê bê kirin.”(ÎLKHA)