Piştî ku qedexeya derketina derve hat îlankirin re li kolanên Diyarbekirê bêdengî hakim bû. Polêsan li gelek xalên bajêr cihên kontrolê saz kirin û di nav bajar de dewrîye davêjin.

Ji ber Coronavîrus ku li Wuhana Çînê derket holê li tevahîya cîhanê heta niha zêdetirî 150 hezarî însan mirin û zêdetirî 2 milyon însan jî bi vîrusê ketin.

Ji ber belavbûna vîrusê li Tirkîyê ev bû cara duyemîn ku qedexeya derketina derve tê îlankirin.

Bajarên ku lê derketina derve hatiye îlankirin û ew ê 48 seatan berdewam bike wisa ye:

Edenê, Enqere, Entalya, Aydin, Balikesîr, Bursa, Denîzlî, Diyarbekir, Erzerom, Eskîşehîr, Entabê, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Maraş, Kayserî, Kocaelî, Konya, Malatya, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mugla, Ordu, Sakarya, Samsun, Riha, Tekîrdag, Trabzon, Wan û Zonguldak.(ÎLKHA)