Li gorî daneyên ku li ser malpera înternetê ya bi navê Worldometerê hatin belavkirin, li tevahîya cîhanê heta îro ji ber Coronavîrusê 145 hezar û 705 kes mirin û 2 milyon û 165  hezar  kes jî pêketin.

Ji ber Coronavîrusê mirinên herî zêde li Amerîkayê pêk hatin. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di 24 seatên dawî de 4 hezar û 931 kesên din li Amerîkayê ji ber Coronavîrusê mirin û hejmara mirîyan derket 34 hezar û 784an.(ÎLKHA)