Moreno di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir çawa ku nîşaneyên vîrusê hatin dîtin ew dest bi girtina tevdîran kirine û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “ Tê gotin ku me ji bo vîrusê amadehî nekiriye. Elbet amadehîyên me tunebûn. Tu kes ne amade bû.”
Li Ekvadorê ji ber Coronavîrusê pergala tenduristîyê hilweşîya, ji ber zêdebûna kesên pêketî û mirî êdî xelk nema dikare biçe nexweşxaneyan ku ji ber ku di mirîxaneyan de cî nema cesed li kolanan dihat hiştin ku ev yek jî ji naçarîyê bû. Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin li Ekvadorê ji mal û nexweşxaneyan hezar û 424 cesed hatin berhevkirin.(ÎLKHA)