Derbarê geşedanên dawî yên derheqê Coronavîrusê de ji teref Wezîrên Tenduristîyê Fahrettîn Koca ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Wezîr Koca di daxuyanîya xwe ya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir, di 24 seatên dawî de 115 kesên din ji ber Coronavîrusê mirin û dû re wiha got: “Di encama testên ku hatin kirin de bi 4 hezar û 281 kesên din re jî vîrus hat tespîtkirin. Bi vî awayî hejmara kesên ku bi wan re vîrus hat tespîtkirin derket 69 hezar û 392yan. Heta niha 5 hezar û 674 kesên ku bi vîrusê ketibûn baş bûn.”