Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta niha li welêt bi 143 hezar û 303 kesan re vîrus hatiye tespîtkirin.

Derbarê mijarê de ji teref  Midûrê Giştî yê Wezareta Tenduristîyê yê Fransayê Jerome Salomon ve daxuyanîyek hat belavkirin. Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin, di 24 seatên dawî de li Fransayê ji ber Coronavîrusê 562 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 15  hezar û 529 kesan.(ÎLKHA)