Derbarê mijarê de ji teref Wezareta Tenduristîyê ya Îspanyayê ve daxuyanîyek hat belavkirin.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; Di 24 seatên dawî de li Îspanyayê ji ber Coronavîrus’ê 567 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara kesên mirî derket 18 hezar û 150î û hejmara kesên ku bi Coronavîrus’ê ketin 172 hezar û 655an derbas kir.(ÎLKHA)