Di 24 seatên dawî de li Amerîkayê ji ber Coronavîrus’ê 972  kes mirin û hejmara mirîyan derket 23 hezar û 77  kesan.

Li gorî agahîyên ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkins  ve hatine belavkirin, hejmara kesên ku bi wan re vîrus hatiye tespîtkirin jî derketiye 577 hezar û 322 kesan û bi mirina 972  kesên din hejmara mirîyan jî derket 33  hezar û 907  kesan.

Coronavîrus tesîra xwe herî zêde li New York û New Jersey nîşan dide.(ÎLKHA)