Wezareta Tenduristîyê ya Îngîlterê derbarê mijarê de daxuyanîyek belav kir.
Di daxuyanîya ku hat belavkirin de derbarê mijarê de hat diyarkirin; di 24 seatên dawî de li Îngîlterê ji ber Coronavîrusê 717 kesên din jî canê xwe ji dest dan û hejmara mirîyan derket 11329 kesan.
Tê diyarkirin hejmara kesên ku bi vîrusê ketine jî derket 68 hezar û 621 kesan.
Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin di nav kesên ku canê xwe ji dest dane de zarokekî 13 salî jî heye.(ÎLKHA)