Berdevkê Walîtîya Paktîyayê Abdullah Hasrat derbarê êrîşa ku hat lidarxistin de daxuyanîyek belav kir.

Hasrat di daxuyanîya ku belav kir de derbarê mijarê de destnîşan kir, li Gardîza bajara Paktîyayê kesên nasnameya wan nediyar êrîş birin li ser xebatkarên îstîxbaratê, di encama êrîşa çekdarî ya ku hat lidarxistin de 2 jê sîwîl yek jê xebatkarên îstîxbaratê tevde 3 kes mirin.

Hat ragihandin ji bo kesên ku êrîş lidarxistine bên girtin xebat hat destpêkirin.(ÎLKHA)