Di 24 seatên dawî de li Amerîkayê ji ber Coronavîrus’ê 2091 kes mirin û hejmara mirîyan derket 18 hezar û 777 kesan.
Li gorî agahîyên ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkins ve hatine belavkirin, hejmara kesên ku bi wan re vîrus hatiye tespîtkirin jî derketiye li ser 501 hezar û 615 kesan û bi mirina 2091 kesên din hejmara mirîyan jî derket 18 hezar û 777 kesan.
Coronavîrus tesîra xwe herî zêde li New York û New Jersey nîşan dide.(ÎLKHA)