Fevzî Aydinê Koordînatorê Danasîn û Medyayê yê Weqfê derbarê mijarê de li ser navê Weqfa Evîndarên Pêxember daxuyanîyek belav kir.

Aydin di destpêka daxuyanîya xwe de diyar kir “Rebbê me yê ku xwedîyê kerema ebedî ye, me cardin gihand vê demsala bi nûr û pîroz a ku ew ê gelê me bi hezkirina Pêxember were ba heb û bibe yek” û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Em ê wek Weqfa Evîndarên Pêxember dibêjin Bismillah û em ê di navbera dîrokên 14-20ê Nîsanê de li ser Rehber TV û medyayên civakî dê bernameyên bi mijara “Hazretî Muhammedê Rêberê Malbata Mînak” “Hevdîtinên Mewlûdê Yên Li Ser  Medyayê” tertîp bikin.”

“Bêşiphe tiştê ku Rebbê teqdîr kiriye ji bo me bixêrtir e”

Aydin di berdewama daxuyanîya xwe de diyar kir ew dîsa dixwastin digel bi sedhezaran Evîndarên Pêxember bi selewat û tekbîran qadan tije bikin, lê teqdîra Îlahî ew ê îsal ne li meydanan bin, ew ê bibin mêvanên mala wan û dû re wiha li daxuyanîya xwe zêde kir: “Her hal û şert û mercî de ji Xwedayê me yê ekber re hemd û sena be. Bêşiphe tiştê ku Rebbê teqdîr kiriye ji bo me bixêrtir e. EM wek Weqfa Evîndarên Pêxember bawer dikin ku rêya Hazretî Muhammedê Rêberê Malbata Mînak dê însanan bibe rizgarîyê. Em ê jî vê rastîyê hewl bidin ku di wan bernameyên Famkirina Pêxember û Tetbîqkirina Jiyana Wî de pêşkêş bikin. Em digel zêc û zarok, jin û mêr, ciwan û îxtîyar di navbera dîrokên 14-20ê Nîsanê de di seat 21.00î de vedixwînin temaşekirina mewlûda ku dê  li ser ekranên Rehber TV û @psevdalilari  bê weşandin.”(ÎLKHA)