Ji teref Wezareta Karên Hundir ve ji doh êvarî seat 12an pêve li Edenê, Enqeaea, Entalya, Aydin, Balikesîr, Bursa, Denîzlî, Diyarbekir, Erzerom, Eskîşehîr, Entabê, Hatay, Stenbol, Îzmîr, Maraş, Kayserî, Kocaelî, Konya, Malatya, Manîsa, Mêrdîn, Mêrsîn, Mugla, Ordu, Sakarya, Samsun, Riha, Tekîrdag, Trabzon, Wan û Zonguldakê ji bo 48 seatan qedexeya derketina derve hat îlankirin.

Li bajarên ku lê qedexeya derketina derve hat îlankirin gel xwe berda kolanan û berê xwe dan market û firinan. Ji ber ku gel xwe ji nişka ve berda kolanan  li ber marker û firinan îzdîham çêbû û di nav gel de teşqele derket.

Di dîmenên ku hatin girtin de tê dîtin ku kesên xwe berdan kolanan  qet haya xwe ji mesafeya civakî nekirin ku ev yek jî ji bo pêketina bi Coronavîrusê rîskeke mezin e.(ÎLKHA)