Wezîr Koca derbarê mijarê de li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Îro 30 hezar û 864 test hatin kirin ku ji van testan 4 hezar û 747 test pozîtîf derketin. Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 98 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan derket 1006an. Her wisa hejmara kesên pêketî jî derket 47 hezar 29yan.”(ÎLKHA)