Berî vê çend rojan PKKyîyan li Guleça gundê girêdayê Pasûra Diyarbekirê êrîşî gundîyan kiribûn û di êrîşê de 5 gundî hatibûn qetilkirin. Di bergeha lêpirsîna ku ji teref Serdozgerîya Komarê ya Diyarbekirê ve hatibû destpêkirin de 5 kes hatin binçavkirin û ji bo kesekî din ê şikdar bê binçavkirin xebat berdewam dikin.

Hat hînbûn derheqê hinek kesên ku hatine binçavkirin de lêpirsîna “kirina propagandaya rêxistina terorê hat destpêkirin.”(ÎLKHA)