Li gorî agahîyên ku hatine wergirtin heta îro li tevahîya cîhanê zêdetirî milyonek û 600 hezar kes bi vîrusê ketin û 95 hezar û 675 kes jî ji ber Coronavîrus’ê canê xwe ji dest dan.
Amerîka, Îtalya,Îspanya, Çîn, Almanya, Fransa û Îran ew welat in ku lê însan herî zêde bi vîrusê ketine.
Di nav van welatan de welatê ku herî zêde mirin pêk tên Îtalya û hejmara kesên ku pêketine jî herî zêde li Amerîkayê ye.
Hejmara kesên ku bi Coroanvîrusê ketibûn û baş bûn li tevahîya cîhanê derket 353 hezar û 195 kesan.(ÎLKHA)