Wezîr Koca derbarê mijarê de li ser medyaya civakî daxuyanîyek belav kir.

Koca di daxuyanîya ku belav kir de destnîşan kir “Îro 28 hezar û 578 test hatin kirin ku ji van testan 4 hezar û 56 test pozîtîf derketin. Di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 96 kesên din ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û hejmara kesên ku canê xwe ji dest dan derket 908an. Her wisa hejmara kesên pêketî jî derket 42 hezar 282yan.”(ÎLKHA)