Di 24 seatên dawî de li Amerîkayê ji ber Coronavîrus’ê 1918 kes mirin û hejmara mirîyan 12 hezar û 911 kesan.
Li gorî agahîyên ku ji teref Zanîngeha Johns Hopkins ve hatine belavkirin, hejmara kesên ku bi wan re vîrus hatiye tespîtkirin jî derketiye li ser 399 hezar û 929 kesan û bi mirina 1918 kesên din hejmara mirîyan jî derket 12 hezar û 911 kesan.
Coronavîrus tesîra xwe herî zêde li New York û New Jersey nîşan dide.(ÎLKHA)