Li gorî daneyên ku hatine belavkirin di 24 seatên dawî de li Tirkîyê 87 kesên din jî ji ber Coronavîrusê canê xwe ji dest dan û bi van mirinên dawî hejmara kesên ku ji ber Coronavîrusê li Tirkîyê canê xwe ji dest dan derket 812 kesan.

Di daxuyanîya ku hat belavkirin de hat diyarkirin îro 24 hezar û 900 test hatine kirin ku ji van 4 hezar û 117 test pozîtîf derketine û hejmara kesên pêketî bi vî awayî derketiye 38 hezar û 226 kesan.

Wezîrê Tenduristîyê Fahrettîn Koca derbarê mijarê de li ser hisaba xwe ya medyaya civakî de destnîşan kir, îro 264 nexweşên din ên ku bi vîrusê ketibûn baş bûne.(ÎLKHA)